Amerîka Serçeteyê nû yê DAÎŞ’ê xist lîsteya xwe ya reş

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, serçeteyê DAÎŞ’ê Mûhammed Saîd Abdul Rahman El Mewla xist lîsteya xwe ya reş a “terorîstên navneteweyî”.

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo diyar kir ku serçeteyê nû yê DAÎŞ’ê di lîsteya reş de hatiye bicihkirin.

Pompeo bi vî rengî piştrast kir ku kî ketiye şûna Ebû Bekir El Bagdadî.

El bagdadî di dawiya meha Cotmehê de li Sûriyeyê li qadeke ku ji aliyê rejîma Tirk ve hatiye dagirkirin hatibû kuştin.

Mîke Pompeo di civîna çapemeniyê ya li Washîngtonê de got, “Em bi biryar in ku Dewleta Îslamê têk bibin ku serokê wan kî dibe bila bibe.”

Li gorî Wezareta Karên Derve ya DYE’yê El Mewla “Endamekî çalak ê El Qaîdeyê yê li Iraqê bû û niha jî serçeteyê DAÎŞ’ê li Enqereyê ye.

Serçeteyê nû yê DAÎŞ’ê li Enqereyê ye! 

Li gorî agahiyên ku ANF’ê ji çavkaniyên pêbawer û mikurhatinên DAÎŞ’iyan bi dest xistine, El Mewla ji aliyê Tirkiyeyê ve tê parastin û li Enqera Tirkiyeyê ye.

Back to top button