Rêveberiya Xweser: Dagirkirina Efrînê ragihandina fermî ya parçekirina Sûriyê ye

Rêveberiya Xweser bi hatina salvegera duyemîn a dagirkirina Efîrnê got, berdewamiya dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê ji bo siberoja Sûriyê xeteriyeke mezin e û weke ragihandina fermî a parçkirina vî welatî ye..

Di heman demê de, ji bo belgekirina kirinên li Efrînê û tevahî herêmên dagirkirî, Rêveberiyê xwest ku, komîteyên çavdêriyê ji aliyê NY ve werin erkdarkirin û sûcdar werin cezakirin.

Rêveberiya Xweser bal kişand ser awayê çareserkirina aloziya Sûriyê û destnîşan kir ku, divê hemû aliyên navdewletî û Rejîma Sûrî zanbin, derxistina Tirkiyê gaveke cidî ber bi çareseriyê ve ye..

Di dawiyê de, berxwedana Serdemê û şehîdên wê bi bîr anî û soza dewamkirina têkoşîna rizgarkirina Efrînê nû kir..

Back to top button