Parêzerê Ocalan: Dibe Vîrûs li giravê jî peyda bibe, em daxwaza hevdîtinê dikin

Vîrusa Corona, ji bo girtîgehan jî bûye metirsiyek mezin. Parêzerê Rêber Ocalan, Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê jî di nava vê metirsiyê de ye.

Îbrahîm Bîlmez, diyar kir ku şert û mercên girtiyan nebaş e û got, bi taybetî jî di dema nexweşiyên vedigirin de girtî nikarin xwe biparêzin,ji ber derfetên tendûristiyê pir kêm in.

Bîlmez bang li Hikumeta AKP’ê kir ku di şert û mercên guncaw de bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike û got:

Divê hikumet tenduristiya girtiyan esas bigire û wan berde.

Divê demeldest girtîgeha Îmraliyê were valakirin.

Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan a Wanê Kûdret Temel, diyar kir ku tedbîrên li girtîgehan kêm in û bang kir ku di serî de divê girtiyên nexweş bên berdan.

Tevî ku li Îranê bi hezararan girtî hatin berdan, lê belê li girtîgehên Tirkiyeyê heta niha tedbîrên pêwîst nehatine girtin.

Back to top button