Şîraz Hemo: Rizgarkirina Efrînê armanca me ya yekemîn e

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê Şîraz Hemo rewşa Efrînê ya ku du sal e di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye nirxand û diyar kir ku Tirkiye li Efrînê li dijî nirxên demokrasiyê bê navber êrîşan dike. 

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê Şîraz Hemo, rewşa Efrînê ya du sale di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye nirxand.

Şîraz hemo diyar kir ku dewleta tirk ev du salin bê navber kirinên bê exlaqî li Efrînê dike.

Şîraz ragihadn ku dewleta tirk bi hinceta ewlehiya xwe ya netewî di metirsiyê de ye xaka Sûriyê dagir dike û avakirina dîwarê ku herêmên dagirkirî ji Sûriyê qurt bike dimeşîne.

Şîraz Hemo di nirxandina xwe de balkişand li ser guhartina demografîk li Efrînê û diyar kir ku dewelta tirk tevahî sembolên kurdetiyê li Efrînê rakiriye û ragihand ku êrîş û hovîtiya dewleta tirk li Efrînê berdewamiya zihniyeta Osmaniyane.

Hevseroka Meclisa Rêveber êrişa dewleta tirk li dijî Efrînê weke destpêka êrîşên li dijî projeya demokratîk bi nav kir û da zanîn ku modêla demokratîk ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî siyaseta Erdogan e ji ber vê yekê her tim êrşî dike.

Şîraz Hemo: Tirkiyê qanûn û peymanên navneteweyî binpê kirin

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê Şîraz Hemo nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê qanûn û peymanên navneteweyî binpê kirin.

Li hember vê yekê em ê çalakiyên xwe li ser astên hundir û dîplomasî berdewam bikin.

Mijara rizgarkirina Efrînê jî armanca me ya siyasî a yekemîn e. Divê gelê Efrînê vegere warê xwe.

Back to top button