El-Zerfî: Em ê Hilbijartinên serbixwe û azad li dar bixin

Piştî ku Ednan El-Zerfî weke Serokwezîrê Iraqê hat erkdarkirin ragihand ku di nava salekê de, ew ê amadekariya lidarxistina hilbijartinên azad û serbixwe bike.

Serokwezîrê erkdarkirî yê Iraqê Ednan El-Zerfî duh di derengiya rojê de, di yekemîn axaftina piştî erkdarkirinê de, soza avakirina hikumetekê dûrî parkirina partî û ta’ifî da û diyar kir ku ev yek berpirsyariyeke dîrokî li ser milê wî ye.

Serokwezîrê erkdarkirî diyar kir ku ji bilî dewletê, nabe çek di destê ti aliyekî de bimîne û teqez kir ku dewlet ti carî çekan li dijî gel bikar nayine, berevajî wê dê ji bo parastina sînorên Iraqê were bikaranîn.

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompio bal kişand ser erkdarkirina El-Zerfî û got:

Eger ew destekê bide serweriya Iraqê, ji gendeliyê dûr bikeve û parastina mafên mirovan bike, em ê destekê bidin hikumeta wî.

Piştî çend mehan ji istîfaya Adel Ebdul-Mihdî, Mihemed Tewfîq Elawî ji bo posta serokwezîriyê hat erkdarkirin, lê ji ber nakokiyên kutleyên siyasî, 3 caran civîna parlemantoyê ji bo dana baweriya bi Elawî hat bipaşxistin, tiştê ew neçar hişt xwe erkê serokwezîriyê vekişîne.

Piştre, bi bidawîbûna muhleta 15 rojan re, duh serokomarê Iraqê Berhem Salih ji bo avakirina hikumetê, Ednan El-Zerfî erkdar kir.

Back to top button