EMERÎKA: ASTANA ALOZIYA SÛRIYÊ KÛRTIR KIR

Tora 11’emîn a Astanayê bi nakokiyên derbarê Idlibê û komîteya destûrê bi dawî bû..

Emerîkayê diyar kir ku danûstandinên Astanayê aloziya Sûriyê kûrtir kir û pêvajoya komîteya destûrî gihand ‘Rêyeke Girtî’.

Li aliyekî din Şêwirmendê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Jan Egeland li xwe mikur hat û got:

“Em li sûriyê bi ser neketin.”

Duh tora 11’emîn a civînên Astanayê bi nakokiyan bi dawî bû..

Emerîkayê diyar kir ku danûstandinên Astanayê aloziya Sûriyê kûrtir kir.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê Heather Nauert diyar kir ku Astana pêvajoya çêkirina komîteya destûrê gihand ‘Rêyeke Girtî’ û wiha got:

“Di pêvajoya 10 mehan de, Astana û Soçî çêkirina komîteya destûrê gihandin rêyeke girtî.

Rûsya û Îran hewil didin bi rêya Astana, redkirina rejîma Sûrî ya tevlîbûna pêvajoya siyasî binuxmînin. ”

Heather Nauert destnîşan kir ku çêkirina komîteya destûrê dawiya vê salê ji bo çareseriya siyasî gaveke girîng e.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Staffan De Mistura jî Astana weke ‘Şanseke Winda’ a gihandina çareseriyeke siyasî bi nav kir.

ŞÊWIRMENDÊ DE MISTURA: EM BI SER NEKETIN

Di heman çarçoveyê de şêwirmendê Staffan de Mîstûra Jan Egeland, beriya ku dest ji wezîfeya xwe berde cara dawî derket pêşberî çapemeniyê û got:

“Em li Sûriyê bi ser neketin.”

Jan Egeland êrîşên dawî yên li Heleb û Îdlibê bi bîr xist û wiha domand:

“Li gorî agahiyên tên, li Helebê çeka kîmyewî hatiye bikaranîn.

Eger çeka kîmyewî hatibe bikaranîn, ev sûcê şer e.

Wekî din, rewşa li Îdlibê me dixe nava fikaran.”

Egeland da xuyakirin ku li Sûriyê du mîsyonên wan hebûn û got,

“Yek jê gihandina alîkariya însanî, ya din jî parastina sivîlan bû.”

Şêwirmendê Staffan de Mîstûra Jan Egeland dawiyê de diyar kir ku ew dikare bi rengekî vekirî bêje, di parastina sivîlan û astengkirina şîdetê de ew bi ser neketine.

Leave a Reply

Back to top button