Ji ber vîrûsa Corona tevgera li Ewropa rawestiyaye

Li parzemîna Ewropa, Amerîka û Efrîka bi zêdebûna jimara qurbaniyên vîrûsê re tedbîrên parastina ji vîrûsê, hişktir dibin. Piştî Çînê welatî herî zêde vîrûsê bandora xwe lê kirî, Îtalya ye. Her wiha li seranserî Cîhanê jimara kesên vîrûs di wan de hatine dîtin 200 hezar derbas kir.

Vîrûsa Corona ku sînoran nasnake êdî metirsiya xwe bi hemû cihanê daye qebulkirin.

Vîrûsa ku ji Çînê derketî û li cihanê belav bûyî heta niha, tevgera jiyanî li cihanê daye rawestandin.

Her çiqasî Çînê hêviya pêşîgirtina vîrûs daye avakirin jî lê vîrûsê bi taybet Ewropa ji hev xistiye.

Li Çîna ku vîrûs derbasî 81 hezar 102 kesî bûyî heta niha 56 hezar û 927 kes ji vîrûsê xelas bûne.

Her wiha 3 hezar û 122 kes jî mirine.

Lê Ewropaya ku nikara ji vîrûsê xelas bibe, tedbîrên pêşîgirtina vîrûsê jî hişk kiriye.

Li Îtalya jiyan ji ber vîrûsê bi carekê de rawestiye.

Heta niha vîrûs li 35 hezar û 713 kesan hatiye dîtin.

Û 2 hezar û 978 kes jî mirine.

Piştî Îtalya, Fransa jî ji bo pêşîgirtina vîrûsê tedbîrên ewlekariyê zêde kiriye.

Wezîrê Tenduristiyê yê Fransa diyar kir ku biryara qedexeya derketina derve ku ji aliyê hikumetê ve hatî dayîn tê payîn di nava 8 heta 12 rojan de encamê bigre.

Li aliyê din li Îspanyayê jî Wezareta Tenduristiyê ragihand ku li welatê wan hejmara kesên ku ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane derbasî 623 kesî bûye.

Her wiha wezaretê, destnîşan kir ku hejmara kesên ku bi vîrusê ketine jî gihîştiye 13 hezar û 910 kesan.

Li Almanya jimara kesên bi vîrûsê ketî 10 hezar derbas kir

Li Almanya jimara kesên ku vîrûs derbasî wan bûyî nêzî 12 hezar derbas kir.

Heta niha jimara kesên ku mirine jî weke 28 hatiye ragihandin.

Ingiltere jî cihên kombûna giştî qedexe kir.

Piştî vê yekê li kolanên Ingiltere bêdengî serwer bû.

“YE” mikur hat ku di pêşîgirtina vîrûsê de dereng mane

Seroka Komisyona YE Ursula von der Leyen li wê yekê mikur hat ku ji bo parastina ji vîrûsê li Ewropa ew dereng mane.

Wezîrê Tenduristiyê yê Îsraîlê eşkere kir ku heta niha vîrûs derbasî 433 kesî bûye.

Her wiha Wezîrê Hindirîn û yê Çandiniyê yên Îsraîlê bi gumana vîrûsê di bin çavdêriyê de ye.

Ji despêka Sibatê ve di navbera Çîn û Ewropayê de tevgera heyî ji sedî 61 kêm bûye.

Li Tunusê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Li Afrîqa jî rewş ji ya li Ewropa ne dûre.

Serokkomarê Tunusê ji ber vîrûsê qedexeya derketina derve ragihand.

Herî dawî li Tunusê vîrûs li ser 29 kesên din hatibû dîtin.

Li “DYA” jimara kesên ji ber vîrûsê mirîn gihişt 108’an

Li DYA jimara kesên vîrûs derbasî wan dibe, zêde bûne.

Herdu bajarên sereke yên Amerîka New York û Washington ji ber vîrûsê felc bûne.

Heta niha vîrûs li ser 6 hezar û 362 kestî hatiye dîtin û 108 kes jî mirine.

Li Brezilya mirina destpêkê ya ya ji ber vîrûsê pêk hat

Brezilya ya ku ji bo parastina jî vîrûsê tedbîrên xwe zêde kiriye, mirina despêkê ji ber vîrûsê encam da.

Her wiha li welêt vîrûs derbasî 67 kesan bû û ji mara giştî derket 301’an.

Li seranserî Cîhanê jimara kesên vîrûs di wan de hatine dîtin 214 hezar û 10 derbas kir..

Her wiha ji van 83 hezar û 207kes rehet bûne û 8 hezar û 727 jî mirine.

Back to top button