Rêveberiya Xweser: Mabûna Tirkiyê li Efrîn û herêmên din, gefeke mezin e

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, MSD û Koordînasyona Kongra Star a Efrînê bi daxuyaniyên cuda dagirkeriya dewleta tirk a Efrînê şermezar kirin.

Di daxuyaniyan de hate gotin, mabûna dewleta Tirk li Efrîn û tevahî herêm Sûriyê, metirsiyeke mezin li ser paşeroja gelê Sûriyê ava dike.

Aliyan bang li Dewletên Yekbûyî û Rêxistinên Mafên Mirovan kir ku sîorekî ji kiryarên dewleta Tirk re deyînin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hatina salvegera 2. a dagîrkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da.

Rêveberiya Xweser da xuyakirin ku dewleta Tirk berî 2 sala êrîşeke faşîst bi her cure çekan bi ser Efrînê de bir, da ku tecrubeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û ya Efrînê bi taybet têk bibe.

Rêveberiya Xweser: Divê “NY” komîteyên çavdêriyê erkdar bike û sûcdar werin cezakirin

Di heman demê de, ji bo belgekirina kirinên li Efrînê û tevahî herêmên dagirkirî, Rêveberiyê xwest ku, komîteyên çavdêriyê ji aliyê NY ve werin erkdarkirin û sûcdar werin cezakirin.

Rêveberiya Xweser teqez kir ku dewleta Tirk di nava 2 salan de, pinpêkirin, guhartina demografîk, koçberkirina gelê resen, niştecihkirina biyaniyan û hemû kirinên dijî mirovahiyê pêk anîn.

Derbarî salvegera 2. A dagirkirina Efrînê MSD’ê daxuyaniyek nîviskî da

Bi heman armancê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê daxuyaniyek da û şehîdên berxwedana Efrînê bibîranî.

MSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk di êrîşa xwe ya li ser Efrînê de hemû çekên giran li ser gel de bi kar anî.

Her wiha binesazî, nexweşxane, dibistan û kevneşopiyên Efrînê wêran kirin.

Meclisa Sûriya Demokratîk bang li Dewletên Yekbûyî û Rêxistinên Mafên Mirovan kir ku li dijî kiryarên dewleta Tirk bêdeng nemînin û sîorekî ji kiryarên dewleta Tirk re deyînin.

Derbarî salvegera 2. A dagirkirina Efrînê Kongra Star 18’ê adarê şermezarkir

Koodînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê jî bi daxuyaniyek dagirkirina Efrînê şermezar kir.

Kongreya Star got,

Erkê hemû sazî û dazgehên mafê mirovan, raya giştî ya cîhanî ew e ku rabin ser piyan.

Back to top button