Îro salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, ye.
Di vê çarçoveyê de Meclisa Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê dagirkirina Efrînê şermezarkir û teqez kir ku wê têkoşînê heta têkbirina faşîzm û rizgarkirina Efrînê bidomînin.
Meclisa kantona Kobanê jî banga avakirina komîteyên taybet ên belgekirina binpêkirinên ku li Efrînê pêk tên, kir.
Bi rasthatina salvegera 2. a dagirkirina Efrînê re, Meclisa Kantona Efrînê daxuyaniyek da.
Daxuyanî li gundê Ziyaret bi amadebûna dehan endamên meclisên sivîl û şêniyên Efrînê hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xelkê Efrînê li dijî balafirên dewleta Tirk û topên wê 58 rojan li ber xwe da.
Her wiha 731 rojan di qonaxa duyemîn de li ber xwe dide û wê berxwedan dewam bike.
Meclisê di daxuyaniya xwe de teqez kir ku ew ê heta hilweşandina faşîzma Trikiyê li Efrînê û rizgarkirina wê li ber xwe bidin.
Di daxuyaniyê de bang li NY’yê û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku sûcên ji aliyê Erdogan ve li Efrînê têne kirin, werin belgekirin.
Her wiha zextê li Tirkiyê bikin ku dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bikin û şêniyên wê li warê xwe vegerin.
Meclisa kantona Kobanê banga lêpirsîna binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê kir
Meclisa kantona Kobanê jî bi heman armancê daxuyaniyek da û dagirkirina kantona Efrînê ji aliyê artêşa Tirk ve şermezar kir.
Meclisê diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê bi sedan kes hatin kuştin û bi sedhezaran kes koçber bûn.
Ev hemû li pêşiya çavên tevahî cîhanê pêk hatin.
Meclisa Kantona Kobanê banga avakirina komîteyên taybet ên belgekirina binpêkirinên ku li Efrînê pêk tên, kir