Hemwextî salvegera 2. a dagirkirina Efrînê, çeteyên dewleta Tirk hejmarek mezin a şêniyên Efrînê girt.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand, ku çeteyên dagirkeriya Tirk, duh bi ser malên sivîlan de girt û 9 sivîl binçav kirin.
Ji wan, sêniyê bi navê Ebdîn Etna û Hesen Hesen ji gundê Hebo yê navçeya Mabatayê ne.
Li navçeya Şiyê jî çeteyên El-Emşat, 3 sivîl girtin.
Çete, cara sêyemîn şêniyê bi navê Beker Ehmed Hecî yê ji gundê Enqelê digire.
Berî niha Bekir 8 milyon fidye dabû çeteyan, niha jî 2 milyonê din jê dixwazin.
Li gorî navendê, li ser benda kontrolê ya li gundê Tirindê jî bi dehan sivîl hatin girtin.
Yek ji wan, Selah Îbo ye û ji gundê Gurzîlê yê navçeya Şêrewa ye.
Li navçeya Cindirêsê jî sivîlê bi navê Şîraz Salih yê ji gundê Keferdiliyê hat girtin.