Li Zaxoyê ji barana zêde ciwanekî 20 salî xeniqî

Li navçeya Zaxo ya Duhokê, ji ber lehî û barana zêde, ciwanekî 20 salî li ber avê çû, lê cenazeyê wî heya niha nehatiye dîtin. Her weha 10 pir jî hilweşiyan û 250 mal û dikan di bin avê de man.

Berdevkê parastina Şaristanî ya Dihokê Bêwar Ebdulezîz têkildarî mijarê ji ajansa Rojnews re axivî û got, “jimarek malên xwediyên baxan li ser rûbarê Xabûr hene, dema lehî radibe ciwanê li malê paqijiyê dike, li ber avê diçe û di rûbar de dixeniqe.”

Bêwar Ebdulezîz anî ziman ku ji ber lehî û baranê, 250 mal û 100 dikan di bin avê de mane û 10 pir jî hilweşiyane.

Her wiha hat diyarkirin ku li parêzgeha Duhokê, navçe û bajarokên wê jî, gelek mal, dikan û erebe di bin avê de mane.

Back to top button