Li kampa Holê bergiriyên li dijî Corona

Li kampa Holê Heyva Sor a Kurd hewl dide koçber û penaberên li Kampê derbarê parastina ji Vîrûsa Corona zana bike û diyar kir ku Kampê tedbîrên tenduristiyê girtine û plan kiriye ku hejmara kadroyên tenduristiyê di nava kampê de zêde bike.

Vîrûsa Corona êdî bûye xetereyeke mezin ku jiyana bi milyonan mirovan tehdît dike. Ruxmî ku piraniya welatên cîhanê bergiriyên hişyariyê girtin, lê dîsa vîrus li piraniya wan welatan belav bû.

Ji ber hejmara zêde ya koçber û penaberan metirsiyên belavbûna vîrusê di nava kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêde dibin.

Kampa Holê yek ji van kampan e ku metirsiyê çêdike.

Kampa ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve di 9`ê Adara 2016`an de li rojhilatê bajarê Hesekê hatiye vekirin, bi deh hezaran kes ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên Sûriyê û biyanî lê dimînin.

Koçberê bi navê Ehmed Yusif li kampê dimîne diyar kir ku: “Vîrus hîna di nav kampê de belav nebûye. Rêveberiya Xweser ji me re dermanên tevahiya nexweşiyan pêşkêş dike.

Rêveberiya buroya Heyva Sor a Kurd a kampê Mehmûd Elî diyar kir ku Heyva Sor a Kurd girêdayî tedbîrên parastinê yên ku di nav kampê de li dijî vîrusê girtine, ev in:

Kampa Holê wek karantîna tenduristî hatiye ragihandin.

Sivîl nabe derbasî kampê bibin.

Hemleyên pakkirinê bi rêya tîma hînkirina tenduristiyê tên meşandin.

Semîner derbarê parastina ji Vîrûsa Corona were dayîn.

Heyva Sor a Kurd hewl dide hejmara endamên xwe li kampê zêde bike.

Her wiha Mehmûd Elî da zanîn ku ji destpêka derketina Corona, rêxistinên di nav Kampa Holê de hewl dan, hejmara kadroyên xwe kêm bikin. Ew jî bi awayekî neyînî bandor li xebatên tenduristiyê, dike.

Mehmûd Elî bang li rêxistinên cîhanî kir ku ji bo parastina penaberan ji Vîrûsa Corona alîkariya ji wan re pêşkêş bikin.

Back to top button