Rejîma Sûrî ji ber vîrûsa Corona saziyên sivîl heya 2ê nîsanê girtin

Ji ber metirsiya vîrûsa corona, Wezareta Hindir a rejîma Sûrî kar li hinek saziyên xwe yên sivîl heya 2ê meha rawestandiye

Li gorî wezaretê, saziya rewşên sivîl û ya nasnameyan, birêveberiya navendî û birêveberiyên karûbarên sivîl li hemû parêzgehan hatin girtin.

Wezareta Hindir her wiha diyar kir, wê bacên derengmayîna wan jî werin betalkirin.

Berî niha, hikumeta dewleta Sûrî weke tedbîr, xwendin li dibistan û zanîngehan rawestandibû û jimara karmendan li saziyên sektora giştî kêm kirine.

Li Girê Spî û Serê Kaniyê 5 kes bi vîrûsê mirin

Li gorî çavkaniyên herêmî, tê gotin, corona li herêmin li jêr dagirkeriya dewleta Tirk jî, hatiye peydakirin.

Hat zanîn, li Girê Spî û Serê Kaniyê 5 kes mirine û navên wan jî:

Ebdul Rehman el-Ibrahîm ji Qelemûnê.

Mistefa el-Şêx ji Idlibê.

Fewaz el-Nabilsî ji Xûtayê.

Mihemed Esaf ji Şamê.

Û Hemed Mihemed el-Mihemed ji Girê Spî.

Li Efrîna dagirkirî jî, hat ragihandin hefteya borî 3 çete bi vîrûsê ketin û ew rakirin nexweşxaneyeke Tirkiyê.

Back to top button