TRUMP CIVÎNÊN XWE BI PUTIN, ERDOGAN Û JAE-IN RE BETAL KIRIN

Qesra Spî ragihand ku serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka Donlad Trump hevdîtinên xwe bi rayedarên cîhanî re betal kir.

Dihat payîn ku wê Trump di lûtkeya aboriyê de ku weke G20 tê naskirin, bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin, serokê dewleta Tirk Recep Tayyip Erdogan û serokê Koriya Başûr Moon Jae-in re biciviyaba.

Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders xuya kir ku li şûna civînên fermî, wê Trump hevdîtinên nefermî bi herdu serokdewletên Tirkiye û Koriya Başûr re pêk bîne.

Her wiha Sanders sedema nizmkirina asta hevdîtinê jî eşkere nekir.

Têkildarî mijarê, ji ber aloziya avrê ya Kêrçê ya bi Ukraynayê re, serokê Emerîkî hevdîtina pilankirî ya bi serokê Rûsî re jî betal kir.

Leave a Reply

Back to top button