Vîrûsa Corona, rewşek tenê jî wê bandorê li tevahiya girtîgehê bike

Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ozgur Denîz bal kişand li ser bandora virûsa Corona û rewşa girtiyên nexweş û got, tenê bûyereke pêketinê wê bandorê li tevahiya girtîgehê bike. 

Ozgur Denîz , diyar kir ku Hikumeta AKP’ê li hemberî vîrusa coronayê baş tedbîr ne girtine û bal kişand ser rewşa girtîgehan û diyar kir ku tenê rewşek jî wê bandorê li tevahiya girtîgehê bike û got:

“Girtî di cihekî girtî û qelebalix de ne û bi metirsiyek mezin re rû bi rû ne.

Divê nifûsa girtîgehan bê kêmkirin û Divê nexweşên heyî bên şopandin .”

Sekreterê Giştî yê yê Yekitiya Bijîşkên Tirk Bulent Nazim Yilmaz jî , diyar kir ku divê nexweşxaneyên taybet dewrî rêveberiya krîzê ya vîrûsa korona bên kirin.

Back to top button