Li Wuhana Çînê, yekem car ti rewş nehatine tomarkirin

Li navenda sereke ya vîrûsa coronayê, ango bajarê Wuhanê yekem car ti rewşên nû nehatin tomarkirin.

Coronaya ku her tiştî dimirîne û feqîr û zengînan nas nake, bi xurtî li nava Kongressa Amerîkî jî belav dibe û 2 parlamenter pê ketin.

Ji bo vedîtina derman jî, zana û lêkolîner ranewestin.

Ji çaxa vîrûsa corona li Çînê daye der, ango ji beriya 4 mehan, yekem car li navenda sereke ya vîrûsê ti rewş nehatin tomarkirin.

Desthilatên Çînî îro vê sibê ragihand ku li beramberî van pêşketinan jî, rewşên nexweş ên ji derveyî Çînê tên, zêdetir bûne.

Li Rûysa yekem mirî, li Amerîka jî 2 parlamenter pê ketin

Rûsya yekem mirin ragihand û li Amerîka corona derbasî Kongressê jî bû, herî dawî 2 parlamenterên Meclisa Nûneran pê ketin.

Li beramberî zêdebelavbûna vê nexweşiyê li Îtalyayê ku duh tenê 475 kes di yekcarê de jiyana xwe ji dest da, hikumeta welêt îro qedexeya derketinê heya 3ê Nîsanê dirêj kir.

Qada werzîşê jî, ji vîrûsê nefilitiye û hemû matç hatine rawestandin.

Li Spanya ya mîna Îtlayayê zerera herî mezin li Ewropayê dîtiye, cluba Deportivo Alavés a werzîşê ragihand ku 15 endamên wan bi vîrûsê ketine.

Brîtanya, 20000 leşker ji bo xebatên Corona erkdar dike

Brîtanya jî weke tedbîr, 20 hezar leşker ji bo xebatên sektora giştî veqetandin.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Brîtanî, 160 leşker taybet ji bo veguhestina alavên oksijînê dê werin erkdarkirin.

Weke dawîn bîlanço li seranserî cîhanê, li 150 welatan 220 hezar û 313 rewş hatine tomarkirin û heya dawiya şeva borî jî, 8 hezar û 784 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Xebatên vedîtina dermanê Corona, li dar in

Di wextekî de, bi hezaran kes dimirin û heya niha ti çare jê re nehatiye dîtin, Rojnameya Amerîkî The New York Time teqez kir ku “bi sedan zana dixebitin û heya niha 50 dermanên cihêreng destnîşan kirine û dibe hinek ji wan karibin corona têk bibin.

Li gorî rojnameyê, ev xebat û lêkolîn li Peymangeha Zanistên Biylojî ya Kalîfornyayê têne kirin.

Her wekî li nexweşxaneyên New York û Peymangeha Pasteur li Parîsê jî, tecrub têne kirin û encamên wan dê dawiya vê hefteyê werin eşkerekirin.

Back to top button