Kongra-Gel: Bi afrînerî Newrozê pîroz bikin

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL’ê Cejna Newrozê pîroz kir û diyar kir ku ji ber vîrusa Coronayê Newroz bi girseyî nayê pîrozkirin lê li gorî şert û mercên îro pêwîste gel bi afrînerî Nerwozê pîroz bike. Fermandariya NPG’ê jî dest nîşan kir ku ew bi biryarin Newroz îsal bikin pêngaveke nû.

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL’ê bi peyameke nivîskî cejna Newrozê pîroz kir.

KONGRA-GEL despêkê cejn li Rêber Ocalan, gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û li hemû kesên têkoşer pîroz kir.

KONGRA-GEL bîr xist ku Newoz bi berxwedanên şehîdan bû Newroza pîroz, bû sembola berxwedan û azadiya gelên Kurdistanê. Bi vê wesîleyê jî di serî de Mazlûm Dogan, Sema, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û hemû şehîdên Newrozê bîr anî û soza xwe ya pêkanîna armancên wan dubare kir.

KONGRA-GEL ji ber rewestandina pîrozbahiyên girseyî yên Newrozê îşaret bi vîrûsa Corona kir û got, ev biryarek pêwist bû.

Lê em dizanin ku germaya agirê Newrozê, di dilê gelên me de bilind e. Ji ber vê yeke jî, li gorî şert û mercên îro, gelên me bi awayên afirîner pêwîst e cejna Newrozê pîroz bikin û xwe ji bilindkirina têkoşîna îsal re amade bikin.

KONGRA-GEL bîr xist ku krîza li cîhanê heye, bi vîrusa Koronayê wê bigihêje asta herî jor. Di vê pêvajoyê de derfetên têkçûna rejîmên faşist ên dewletên dagirker, ji hemû deman zêdetir e. Lewma pêwîste bilindkirina asta têkoşînê esas were girtin.

NPG: Emê Newrozê bikin pêngaveke nû

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê jî Nerwoz pîroz kir û diyar kir ku ew bi biryar in Newroza 2020’an bi ruhê agirê Newrozê di şerê xwe yê gelê şoreşgerî de bikin destpêka pêngaveke nû.

Back to top button