YPG: 2 ÇETE LI NAVÇEYA BILIBLÊ HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a berxwedana serdemê de, YPG’ê li dijî çeteyên dewleta tirk a dagirker çalakiyek pêk anî.

Di encama çalakiyê de 2 çeteyên Sultan Murad hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê di daxuyaniyek nivîskî de ragihand ku; şervanên YPG li navçeya Bilbilê ya Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakî pêk anî.

Li gorî daxuyaniyê:

Di 27’ê Mijdarê, li gundê Zerê yê navçeya Bilbilê yekîneyeke YPG li dijî çeteyên koma Sultan Murad çalakiyeke kemînî li dar xist.

Di navbera YPG’ê û çeteyan de şerekî demkurt qewimî.

Di encama çalakiyê de 2 çeteyên Sulatn Murad hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button