Ji ber vîrûsa Corona Ewropa û Amarîka xwe ji bo şereke aboriyê amade dikin

Vîrûsa Corona ku li cihanê belav dibe, nîşaneyên şerekeî aborî jî dide xuyakirin.

Çapemeniya DYA û Ewropa, tedbîrên aborî yên li van welatan de têne girtin derxist pêş.

Medya cîhanê di weşanên xwe de anî ziman ku Banka Navendî ya Ewropa destwerdana 750 milyar dolar li bazarê kiriye.

Lê vê yekê jî bandor nekiriye.

Her wiha Trump dixwaze, bi Zagona Hilberîna Parastinê “aboriya şer çalak bike.

 

Vîrûsa Corona (Kovid-19) ku li Çînê derket holê niha li hemû cîhanê belav bûye.

Di medya Ewropa û DYA de nûçeyên têkildarî polîtîkayên aboriya şer û parastinê derketin pêş.

Banka Navendî ya Ewropa ji bo Borsaya Ewropa çalak bike, nîvê-şevê destwerdan kir.

Dîsa DYA jî bi “Zagona Hilberîna Parastinê” ya di destê Serokê DYA Donald Trump re ku derbas bû, bû sedema niqaşan.

Ev hewldanên Banka Navendî ya Ewropa û hewldana Trump a Zagona Hilberîna Parastinê bûn rojeva çapemeniya cîhanê.

Trump dixwaze aboriya şer pêş bêxe

Rojnameya New York Times bi sernavê “Trump ji bo mukelleflên bacê armanc dike ku bi 500 milyar dolar çekan derxe” çap kir.

Rojnameya Washington Times bandora reqabeta hilbijartina DYA ya di mijdara 2020’an ku beriya vîrûsê hatibû plankirin, anî rojevê.

Rojnameya DER SPİEGEL diyar kir ku Serokê DYA Trump aboriya şer plan dike.

Rojnameya Alman a Die Zait jî kêmasiya hikûmeta Alman a piştevaniya bi welatên YE’ê re derxist pêş.

Rojnameyê bi sernava “Dere derên!” derket û got:

Ev kriz welatên wekî Îtalya dipelçiqîne. Ger ku alîkarî neyê kirin dê Yekîtiya Ewropa hilweşe.

Rojnameya La Repubblica bal kişand ser vîrûsa corona gavên ECB’ê yên Banka Navendî ya Ewropa û butçeya 750 milyarî.

Back to top button