Derbarê virûsa Corona li Çînê ti rewşên nû nehatin tomarkirin

Metirsiya her kesî Corona hîna li cîhanê belav dibe.

Li Çîna ku virûs cara yekê ji wir derket, îro yekem car ti rewşên nû nehatin tomarkirin.

Li seranserê cîhanê jî jimara kesên ji ber virûsê jiyana xwe ji dest dane, 9 hezar derbas kir.

Virûsa corona ku hîn li cîhanê belav dibe, li jêdera xwe Çînê kêm dibe.

Li Çînê îro cara yekem vîrûs li ti kesî nehat dîtin.

Li welat 80 hezar û 928 kes bi vîrûsê ketine û jimara kesên jiyana xwe ji dest dan gehişt 3 hezar û 245 kesan.

Rayedarên Çînî ragihand ku li beramberî van pêşketinan jî, rewşên nexweşiyê yên ji derve tên, zêdetir bûne.

Tê payîn ku Çîn weke alîkarî 2 milyon maske ji YE ku niha bûye cihê herî zêde ku virûs lê belav bûye re, bişîne.

Piştî Çînê, herî zêde li Îtalyayê vîrûs bi bandor belav bûye.

Li Îtalyayê di nava 24 saetan 475 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ev cara yekeme ku evqas kes di rojekê de dimrin.

Li tevahiya welat jimara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 2 hezar û 678’an.

Hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî derket 36 hezarî.

Li Rûsyayê hejmara kesên bi vîrûsê ketin gehişt 147’an.

Li welat mirina yekemîn rû da.

Her wiha li Kirwatiya jî yekem mirin hat raghandin.

2 parlementerên Amerîkî bi Coronayê ketin

Li DYA’yê jimara kesên ji ber vîrûsê mirin gehişt 155’an û 9 hezar û 464 kes bi vîrûsê ketin.

Serokê Şaredariya New Yorkê diyar kir ku ew bi rewşek pir tirsnak re rû bi rû ne û banga alîkariyê kir.

Her wiha vîrûs derbasî Kongressê jî bû, herî dawî 2 parlamenterên Meclisa Nûneran pê ketin.

Li Afrîka başûr jî ku para xwe ji virûsê girtiye, jimara kesên bi virûsê ketine bû 116.

Li Cîhanê 500 milyon kes di bin çavdêriyê de ne

Ajansa Franc Press ragihand ku heta niha li tevahiya cîhanê, nêzî 500 milyon kes ji ber virûsa corona, li welatên xwe di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Xebatên vedîtina dermanê Corona, li dar in

Di wextekî de, bi hezaran kes dimirin û heya niha ti çare jê re nehatiye dîtin, Rojnameya Amerîkî The New York Time teqez kir ku “bi sedan zanyar dixebitin û heya niha 50 dermanên cihêreng destnîşan kirine û dibe hinek ji wan karibin corona têk bibin.

Li Fransa jî koma pispora çêkirina dermanan a bi navê SANOFI ragihand ku ew amade ne dermanê Melarya ê bi navê “Blaknêl”, ku li dijî corona encamên baş dane, çêkin.

Jimara miriyan 9 hezar derbas kir

Ji ber virûsê heta niha li tevahiya cîhanê 227 hezar û 86 kes bi vîrûsê ketine.

Ji wan 9 hezar û 285 kes mirine û 85 hezar û 961 kes jî rihet bûne.

Back to top button