Rejîma Sûrî û çeteyên dewleta Tirk xwe ji bo şerekî nû amade dikin

Agirbesta Putin-Erdogan li Idlibê derbasî roja xwe ya 14. bû, lê tevî wê jî şer li herêmê ranewestiyaye. Rejîma Sûrî ji aliyekî ve û dewleta Tirk û çeteyên wê ji aliyekî din ve xwe ji bo şerekî nû amade dikin. Li ser riya M4 a navdewletî li rojavayê Idlibê 2 mayîn bi karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk ve teqiyan. Di encamê de kuştî û birîndarên artêşa Tirk çêbûn.

 

Di nava binpêkirin û şandina piştevaniya leşkerî ber bi Idlibê ve, agirbesta Putin-Erdogan derbasî roja xwe ya 14. dibe.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku li ser riya M4 a navdewletî li nêzî gundê Mihembel li rojavayê Idlibê 2 mayîn bi karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk ve teqiyan.

Di encamê de kuştî û birîndarên artêşa dewleta Tirk a dagirker çêbûn.

 

Nêzî 90 alavên leşkerî yên dewleta Tirk derbasî bakurê Idlibê bûn

Hemwextî wê nêzî 90 alavên leşkerî yên dewleta Tirk bi rêya deriyê Kefer Losîn ê bakurê Idlibê li ser du beşan derbasî xaka Sûriyê bûn.

Li gundewarê Helebê jî di nava agahiyên ku hem rejîma Sûrî û hem jî dewleta Tirk ji bo şerekî nû xwe amade dikin de, dewleta Tirk nuqteyên xwe zêde kirin.

 

Dewleta Tirk li gundewarê Helebê nuqteyek din ava kir

Li gorî Çavdêriya Sûrî dewleta Tirk li gundê El-Cîna li gundewarê Helebê, nuqteyeke din a leşkerî ava kir.

Bi vê yekê hejmara nuqteyên dewleta Tirk li herêmên bi navê ”Kêmşer” bûn 43.

Têkildarî şerê li ser erdê, Çavdêriyê destnîşan kir ku li eniyên navenda bajarokê El-Bara yê Cebel El-Zawiye di navbera hêzên rejîm û çeteyên dewleta Tirk şer derket.

 

Şer di navbera rejîm û çeteyan de rû da, kuştî û birîndar hene

Çavdêriyê piştrast kir ku di encamê de ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûn.

Duh jî di encama şerê di navbera her du aliyên navborî de li eniya El-Fitêra û eniyên gundewarên başûrê Idlibê 4 leşkerên rejîmê hatibûn kuştin.

Back to top button