Ji ber metirsiya vîrûsa Coronayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo tevahiya herêmên Rêveberiya Xweser qedexeya derve ragihand.
Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo selametiya tenduristiya welatiyên bakur û rojhilatê Sûrî ji roja duşema vê wê qedexeya derketina derve dest pê bike.
Biryarên ku Rêveberiya Xweser girtine wiha ne:
1- 21’ê Adarê li di navbera tevahiya bajarên sereke yên Rêveberiya Xweser tevgera çûnûhatinê saet 6’ê sibehê tê rawestandin.
2- Li tevahiya herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî 23 Adarê saet 6’ê sibehê qedexeya derketina derve dest pê dike.
3- Tevahiya xwaringeh, çayxane, bazar, bexçeyên giştî, navendên tenduristiyê yên taybet, konên eza û holên şahiyan tên girtin.
4- Divê welatî li gorî van biryaran tevbigerin û eger ev biryar hatin binpêkirin wê hesab bê xwestin.