Îtalya ji aliyê jimara qurbaniyên vîrûsa Corona, Çînê derbas kir

Îtalya ji aliyê jimara kesên ku bi vîrûsa corona mirine, Çînê derbas kir.

Rêveberiya Îtalyayê ragihand ku di 24 saetên dawî de ji ber vîrûsa Corona 427 kes mirin.

Jimara miriyan bigiştî gihaşt 3 hezar û 405 kes, lê li Çînê jimara miriyan 3 hezar û 245 kes in.

Li gorî raporên tendirustî li Îtalyayê kêmî 1% ji jimara miryan bi ti nexweşiyên cûda ne ketibûn.

Back to top button