Vîrûsa Corona, qedexeya giştî li piraniya welatan hat sepandin

Bi zêdebelavbûna vê nexweşiyê re, gelek welat êdî qedexeya derketinê dispînin û tedbîrên zêdetir digirin.

Li gel tomarkirina zêdetirî 12 hezar rewş li Amerîkayê, Wîlaya Kalîfornyayê duh êvarî qedexeya giştî li ser 40 milyon kes ragihand.

Hakimê wîlayê diyar kir, divê hemû kes li malê xwe rûnên û divê ji her wextî bêhtir li xwe û derdora xwe miqate bin.

Li Misirê jî, duh girtina hemû qehwexane, dikan û salonên werzîşê heya 31ê Adarê hat ragihandin.

Sûdiyê jî wê ji sibe de, çûnahatina asmanî û bejahî heya 14 rojan rawestîne.

Lê tiştê balkêş li Çînê ye, ku ev 2 roj in ti rewş li welêt nehatine tomarkirin.

Back to top button