WHO: Tê payîn, hejmara rewşên Corona li Sûriyê biteqe

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, tê texmînkirin hejmara pêketinên vîrûsa Corona li Sûriye û Yemenê biteqin.

Serokê tîma Rêxistinê, Ebd el-Nesîr Ebû Bekir bi rêya telefonê ji CNN re got:

“Li Sûriyê, teqez vîrûs belav bûye, lê rewş nayên eşkerekirin.

Em texmîn dikin, ev yek wê di dawiyê de biteqe.”

Ji ber vîrûsa Corona rejîma Sûrî saziyên sivîl heya 2’ê nîsanê girtin

Duh jî, ji ber metirsiya vê vîrûsê, Wezareta Hindir a rejîma Sûrî kar li hinek saziyên xwe yên sivîl heta 2’ê Nîsanê rawestand.

Berî niha, hikumeta dewleta Sûrî weke tedbîr, xwendin li dibistan û zanîngehan rawestandibû û jimara karmendan li saziyên sektora giştî kêm kirine.

Back to top button