Tuay-der: Divê hemû girtî demildest bên berdan

Rewşa girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de, bi belavbûna vîrûsê re, di metirsiyê de ye. Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan a Amedê, bang li Wezareta Dadê û rayedarên hikumetê kir ku bi girtiyên nexweş re, hemû girtiyan demildest berdin.

Komeleya Alîkariyê, derbarê rewşa girtîgehan daxuyanî da û diyar kir ku niha di girtîgehan de, 450’î jê giran, 1300 girtiyên nexweş hene û ji ber rewşa girtiyan, ew bifikar in.

Komeleyê bang li rayedarên hikumet û Wezareta Dadê kir ku girtiyên nexweş û hemû girtiyê din jî, demildest serbest werin berdan û cezayên wan bên bipaşxistin.”

ÎHD’a Wanê: Li girtîgehan, tiştek biqewime, berpirs deshilat e

Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mûrat Melet, xwest girtî bên berdan û mercên tenduristî û paqijiyê yên girtiyan jî bên başkirin.

Melet, bal kişand ser rewşa Rêber Ocalan jî û got: “Tiştekî neyînî biqewime, berpirsyar deshilat e.”

Back to top button