Zirfî: Hikumeta nû, wê nûnertiya hemû Iraqiyan bike

Têkildarî avakirina hikumeta nû li Iraqê, nûnera taybet a sekeretêra giştî ya NY ya li Iraqê, Jeanine Plasschaert, serdana Serokê Hikumeta Iraqê yê erkdarkirî Ednan Zirfî kir. 

Di hevdîtinê de, Zirfî teqez kir hikumeta nû, wê nûnertiya tevahî Iraqiyan bike.

Li gorî daxuyaniya buroya Zerfî, hikumeta nû wê têkeve xizmeta welat, ji lew ra wê hilbijartinên adil di demeke herî nêz de pêk werin.

Jeanine ji aliyê xwe ve ragihand, ew piştgiriya avakirina wezareta nû dikin û wê alîkariyê jî bidin.

Nûnera taybet a sekeretêra giştî ya NY ya li Iraqê, teqez kir ku divê mercên guncaw werin peydakirin da hikumeta nû erka xwe bi cih bîne.

Back to top button