Di çarçoveya Qonaxa 2. a Berxwedana Serdemê de li Efrînê, Şervanên YPG’ê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek pêk anî.
Di encamê de 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Navendê diyar kir ku li Efrînê, şervanên wan çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê didomînin.
Li gorî daxuyaniyê;
30’ê Mijdarê, li gundê Heyama ya navçeya Bilbilê şervanan li dijî rê-benda kontrolê ya komên çete yên bi navê Feylaq Mecid çalakiyek pêk anî.
Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.