Çavdêriya Sûrî: Dewleta Tirk, 2 karwanên leşkerî şandin Idlibê

Tevî agirbesta ku qaşo li Idlibê hatibû ragihandin, hîna dewleta Tirk karwan û alavên leşkerî dişîne Idlibê. 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji şeva Çarşemê û heya sibeha Pênçşemê, 2 karwanên leşkerî yên dewleta Tirk di karîdora Kefer Losîn re, derbasî Idlibê bûn.

Çavdêriyê destnîşan kir ku ev karwan ji 110 maşîneyên leşkerş pêk tê.

Her wiha, li gorî Çavdêriya Sûrî, ji destpêka agirbesta ku li Idlibê hatiye ragihandin, dewleta Tirk bêhtirî 4 hezar û 800 maşîneyên leşkerî û 9 hezar û 650 leşkerên xwe şandine Idlibê.

Back to top button