Hêzên Rizgariya Efrînê bi despêka Adarê re, rêzeçalakiyên xwe yên li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî yên Efrîn û Şehbayê zêde kirine.
Divê çarçoveyê de hêzên rizgariyê ji 8’ê heta 19’ê Adarê rêzeçalakî pêk anîn.
Di encamê de, 11 çete hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî der barê çalakiyên xwe yên rojên dawîn ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de agahî dan.
Li gorî vê;
8’ê Adarê hêzên rizgariyê li gundê Arab Wêran ê navçeya Şera çalakiyek sabotajê li dijî çeteyên dagirker li dar xist û 3 çete hatin kuştin.
9’ê Adarê hêzên rizgariyê li gundê Şiltatê yê navçeya Şera li dijî çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist.
Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.
11’ê Adarê li derdora bajarê Mareyê hêzên rizgariyê çalakiyeke sekvanî li dijî çeteyên dagirker li dar xist û çeteyek hat kuştin.
18’ê Adarê hêzên rizgariyê li taxa Mehmûdiyê û Eşrefiyê ya bajarê Efrînê 2 çalakiyên sabotajê li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xistin.
Di encamê de li Mehmûdiyê 2 seyare hatin derbkirin û 2 çete jî birîndar bûn, li Eşrefiyê jî ziyana madî çêbû.
Heman rojê li gundê Kosa yê navçeya Raco li dijî benda kontrolê ya çeteyan çalakiyek serdagirtinê li dar xist.
2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.
18’ê Adarê li gundê Abîdana ya navçeya Bilbilê hêzên rizgariyê li dijî benda kontrolê ya çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist.
2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
19’ê Adarê hêzên me li derdora bajarê Mareyê çalakiyek li dijî noqteyên çeteyên dagirker li dar xist, çeteyek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariyê dazanîn ku di encama van rêzeçalakiyên ku pêk anîn de, 11 çete hatine kuştin û 11 jî birîndar bûne.
Her wiha 2 erebe jî hatin derbkirin.
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku artêşa dagirker gund û navçeyên girêdayî Efrîn û Şehbayê bê navber topbaran dikin û li herêmê tevgera balafirên bêmirov dewam e.