ÇETEYÊN MERTALA FIRATÊ BI GULEYAN ÊRÎŞÎ NUQTEYÊN ME KIR

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyên Mertala Firatê yên dewleta tirk a dagirker êrîşî nuqteyên hêzên wan ên li bakurê Minbicê kirin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û ev agahî dan:

Derdora saet 22:00 çeteyên Mertala Firatê ji gundê Toxara Mezin a bakurê bajarê Minbicê bi çekên BKC û doçka êrîşî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kir.

Çeteyan ji gundê Mehsenlî yê bakurê Minbicê bi BKC û doçka êrîş anîn ser nuqteyên li eniya Sacûrê.

Her wiha çeteyên Tirkiyê derketina derve li sivîlên gundê Helûncî yê bakurê bajarê Minbicê ferz kiriye.

Leave a Reply

Back to top button