Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kampa Holê hewldana reva jinên DAIŞ’ê têk bir.
Di nava jinên hewl dan birevin de jineke ku di navbera jinên DAIŞ’î yên li kampê û çeteyên DAIŞ’ê yên li parêzgeha Idlibê de koordîne dikir jî heye.
Vê sibehê derdora 5 jinên DAIŞ’î ku welatiyên Rûsyayê ne tevî 13 zarokan, hewl dan ji kampê birevin.
Piştî kamîreyên çavdêriyê û parêzvanên kampê liv û tevgera jinan şopand hewldana wan negiha serî û jinên DAIŞ’î hatin girtin.
Di nava koma jinên ku dixwestin birevin de, jineke ku di navbera jinên DAIŞ’î yên li kampê û çeteyên DAIŞ’ê yên li parêzgeha Idlibê de koordîne dikir, hebû.
Jina binavê Seyîda Mewlûd Sultan ku hevsera serçete û berpirsê kar û barên rêveberiya malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî Hesen Yaqub e.
Li Kampa Holê zêdetirî 40 hezar malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên Sûrî, Iraqî û biyanî hene.



