Li Rûsyayê şaneyeke veşartî ya girêdayî DAIŞ’ê hat girtin

Li Rûsyayê şaneyeke veşartî ku alîkarî ji bo çeteyên DAIŞ’ê dida hev, hat girtin.

Ajansa Îstxbarata Rûsî ragihand ku Hêzên Ewlekariya Yekîtiya Rûsyayê şaneyeke veşartî ya girêdayî çeteyên DAIŞ’ê li nîvgirava Qeremê girt.

Hat ragihand ku ev şane alîkarî ji bo çeteyên DAIŞ’ê didan hev û derdora milyon Roblê Rûsî dane hev.

Li gorî ajansa Îstxbaratî ya Rûsî, ev şaneya ku hatiye girtin, toreke herêmî ji bo şandin û daneheviya pereyan ji çeteyên DAIŞ’ê re ava kirine û heta niha derdora milyon robil ji bo hisabên terorîstan hatine şandin.

Meha borî jî Hêzên Ewlekariya Yekîtiya Rûsyayê ragihand ku wan şaneyeke veşartî ya girêdayî çeteyên DAIŞ’ê girtine.

Li gorî hêzên Ewlekariyê vê şaneyê 400 hezar dolar şandibû ji çeteyên DAIŞ’ê re.

Back to top button