Corona li Kurdistan û welatên herêmê jî belav dibe

Corona li Kurdistan û welatên herêmê jî belav dibe. Li Îranê ku ji ber vîrûsê perîşan bûye, heta niha 19 hezar kes bi vîrûsê ketine û zêdetirî hezarî jî mirine. Li Tirkiyê jî ku daneyên rast bi gel re nayên parvekirin hat raghandin ku jimara kesên jiyana xwe ji dest dane, derket 4’an.

Vîrûsa corona li welatên cîranê Sûriyê jî belav dibe.

Li Iraqê ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsê serdanên ji bo cihên olî û pîroz û hemû meş û kombûn, hatin qedexekirin.

Her wiha 27 kesên ku li Bexdayê li gorî qedexeya derketinê tevnegeriyan, hatin binçavkirin.

Li Başûrê Kurdistanê jî, îsal ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa corona wê hêzên ewlehiyê rê nedin ti kes ji ji bo Newrozê ji Silêmaniyê û Helebce derkeve.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Hatinûçûna Helebce bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa corona wê ji îro pêve riyên hemû seyrangehên parêzgeha Helebce werin girtin û rê nayê dayîn ti kes derkeve.

 

Li Tirkiyê jimara qurbaniyan derket 4’an

Li Tirkiyê jimara kesên vîrûsa Corona dikevin her roj zêde dibin.

Tevî ku desthilata Tirkiyê li ser jimara rast a qurbanî û kesên bi vîrûsê dikevin dinixumîne, hat raghandin ku jimar ji 191 kesan derket 359 kesan u jimara miriyan jî derket 4’an.

Lê belê saziyên tenduristiyê dibêjin hejmara qurbaniyan û nexweşan pir zêdetir e.

Ji ber vîrûsê li Tirkiyeyê civîn û çalakiyên di qada neteweyî û navneteweyî hatin betalkirin.

Çalakî û civîn heta dawiya nîsanê hat taloqkirin.

 

Saziyên Bakur banga berdana girtiyan kirin

Komeleya Mafê Mirovan; Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê û gelek saziyên din bi daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar xwesin girtiyên nexweş, zarok û siyasî bên berdan.

Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan a Amedê, bang li Wezareta Dadê û rayedarên hikumetê kir ku bi girtiyên nexweş re, hemû girtiyan demildest berdin.

Ji ber ew jî, bi metirsiya Coronayê re rû bi rû mane, Kurdên Bakurê Kurdistanê bang li desthilatên dewleta Tirk dikin ku tedbîr û hişyariyên der barê vîrûsa Coronayê de, bi zimanê Kurdî jî werin dayîn.

 

Li Îranê 149 kesên din bi vîrûsê mirin

Îranê jî weke Tirkiyê di destpêkê de li ser daneyên fermî yên kesên bi vîrûsê ketine û mirine, vedişart.

Li piştî ku bi hezaran kes bi vîrûsê ketin, nema karîbû veşêre. Heta niha jî nekarîne vîrûsê kontrol bikin.

Wezareta Tenduristiya Îranê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de, hezar û 237 kesên din bi vîrûsê ketine.

Her wiha da zanîn ku 149 kes jî mirine.

Li Îranê heta niha 19 hezar kes bi vîrûsê ketine û jimara miriyan gihaşt hezar û 433 kesan.

Back to top button