Jimara qurbaniyan Coronayê li tevahiya cîhanê, 10 hezar derbas kir.

Di wextekî de ku hemû cîhan li dijî corona di seferberiyê de ye û hewl dide rê li belavbûna wê bigre, vîrûs rojane qurbaniyên nû li bîlançoya xwe ya giran, zêde dike. Tevî ku li Çînê îro ti rewşên nû nehatin tomarkirin, jimara qurbaniyan coronayê li tevahiya cîhanê, 10 hezar derbas kir.

Li Çînê ku bi hezaran kesan ji ber vîrûs jiyana xwe ji dest dan, agahiyên ku hêvî didin tên.

Ev yek jî piştî tedbîrên hişk ên ji aliyê hikûmetê û pêkanîna gel a van tedbîran pêk hat.

Ev roja duyeme ku ti rewşên nû yên vîsûrê nayên tomarkirin. Tenê 3 kes jî mirin.

 

Îtaliya di aliyê qurbaniyan de, Çîn derbas kir

Piştî Çînê cihê ku herî zêde vîrûs lê belav bûye, welatên Ewropayê ne.

Welatî ku herî zêde ji ber vîrûsê bi bandor bûye jî, Îtalya ye.

Di nava 24 saetên dawî de 427 kesî jiyana xwe ji dest dan

Li welat heta niha 3 hezar û 400 kes mirine û bi vê yekê re Îtaliya di aliyê kesên jiyana xwe ji dest dane de Çînê derbas dike û di cîhanê de dikeve rêza yekem.

Li Spaniya jî jimara kesên ku ji ber vîrûsê mirine hezar kes derbas kir û jimara kesên vîrûs li ser wan hatiye dîtin, nêzî 20 hezaran dibe.

Her wiha li Belçîka jî jimara kesên bi vîrûsê ketine 2 hezar kes derbas kir.

Li Îngelterê heta niha 3 hezar û 269 kes bi vîrûsê ketine û 144 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li welat bang li 65 hezar bijîşk û hemşîreyên teqawîtbûyî hate kirin ku li dijî şewbê bibin alîkar û dest bi wezîfeyê bikin.

 

Jimara qurbaniyan li Ewropa 5 hezar derbas kir

Ajansa Nûçeyan a Fransa ragihand ku li tevahiya Ewropa jimara kesên ku jiyana xwe ji dest dane 5 hezar derbas kir.

Ajansê eşeker kir ku piştî Îtaliya Çînê di rêza duyemîn de tê ku 3 hezar û 248 kesan jiyana ji dest dane, piştî wê jî Îran tê ku 1 hezar û 433 kesan heta niha jiyana xwe ji dest dane.

Li gel tomarkirina zêdetirî 12 hezar rewş li Amerîkayê, Waliyê Kalîfornyayê qedexeya giştî li ser 40 milyon kesî ragihand.

Li Israîlê jî jimara kesên bi vîrûsê ketine 700 kes derbas kir.

Li Afrîka Başûr jî ku vîrûs belav dibe, jimara kesên bi vîrûsê ketine 200 kes derbas kir.

 

Jimara qurbaniyan li cîhanê 10 hezar derbas kir

Ji ber virûsê heta niha li tevahiya cîhanê 255 hezar û 817 kes bi vîrûsê ketine ji wan 10 hezar û 495 kesan jiyana xwe ji dest dane û 89 hezar û 918 kes jî rihet bûne.

Back to top button