Serokwezîrê Kanadayê cejna Newrozê pîroz kir

Serokwezîrê Kanadayê, Justin Trudeau, bi peymekekê cejna Newrozê pîroz kir.

 

Serokwezîrê Kanadayê di peyama xwe de Newrozê di serî de Kurd, Fars û Efganan li miletan pîroz kir.

Justin Trudeau got:

“Newroz ji bo me hemû Kanadiyan bûye derfet û gelek sûdên girîng ên civakan ku welatê me bi dest xistiye.”

Her wiha têkildarî vîrûsa Coronayê jî Trudeau bang kir ku bi hesyariyeke civakî bi rengên cuda cejn werin pîrozkirin.

Serokwezîrê Kanadayê, Justin Trudeau, spasiya hemû organîzatorên çalakiyên Newrozê kir û li ser navê malbata xwe ji bo her kes saleke nû ya bi kêfxweşî hêvî kir.

Back to top button