Trump ji bo gelê Iranê: Hûn hêjayî desthilatiyekê ne ku li we guhdar bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi boneya Newrozê li ser hesabê xwe yê Tweeterê peyamek ji gelê Îranê re şand.

Trump di peyama xwe de got:

Hûn hêjayî desthilatdariyekê ne ku li we guhdar bike, hêjayî siberojeke pişkuvî û jiyaneke aştiyan e.

Trump bi bîr xist sala bê li dijî sîstema Îranê ya ku gendelî lê belav bûye gel bertek nîşan da.

Li aliyê din dezgehên ragihandinê yên fermî yên Îranê ragihandin ku serokomarê Îranê Hesen Rohanî bang li gelê Amerîkayê kir ku daxwazê ji hikumeta xwe bikin da ku cezayan ji ser Îranê rake.

Di 15’ê mijdara 2019’an de, ji ber bilindkirina nirxê benzînê, li Îranê xwepêşandanan dest pê kir û li gorî raporan 1500 xwepêşander hatin kuştin lê rûxistina Efûya navdewletî tenê navê 304 qurbanan tomar kir.

Her weha desthilatdarên Îranê bi hezaran xwepêşander girtin û êşkence kirin û hukmê darvekirinê li hinan ji wan birî.

Back to top button