Welatiyekî Fransî yê li Iranê girtî li beramberî Iraniyekî hat berdan

Dozgeriya Îranê ragihand ku Tehran û Parîsê li ser bi hev guhartina girtiyan li hev kirine. 

Malpera girêdayî dozgeriya Îranê ragihand ku Fransayê, endizyarê Îranê Celal Ruhallah Necad berda.

Celalê girtî ji ber binpêkirinên cezayên li dijî Îranê, ji aliyê Amerîkayê ve tê xwestin.

Dozgeriyê diyar kir ku Îranê jî welatiyekî feransî berda bêyî ku navê wî eşkere bike.

Ajansên nûçeyan ên Fransî ragihandin ku welatiyê fransî yê ku hat berdan lêkolîner Roland Gabriel Marshall e.

Roland bi sûcê gefxwarinên ewlehiya neteweyî ya Îranê hatibû binçavkirin.

Ajansa Tesnîm ya Îranî da zanîn ku welatiyê fransî radestî sefaretxaneya Fransa ya li Tehranê hate kirin.

 

 

 

Back to top button