Corona..Vedîtina desteya Tenduristiyê xelata afrînerî û bawernameya “Iso” wergirt

Rayedarê peymangeha PESA ya Swêdî li Rojhilata Navîn Sêrwan Ehmedî ragihand ku vîdîtina hevpar ku a bi Desteya Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê vedîtina zû ya vîrusa Koronayê xelata afrînerî û bawernameya ” Iso” ya cîhanî wergirt. Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa jî da zanîn ku wê du rojên din ev tecrûbe li herêmê bikeve piratîkê.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê doh bi civînekî çapemeniyê ragihand ku wan bi hevkariya Peymangeha Peyas PESA a Swêdî vedîtineke nû dîtiye ku dikare vîrûsa Corona di 30 saniyan de keşf bike.

Ev vedîtin li 3 nexweşxaneyên Wûhan a Çînê tecrûbekirine û encamên wê ji sedî 80 heta 85 erênî bûn.

Rayedarê peymangeha PESA ya Siwêdî li Rojhilata Navîn Sêrwan Ehmedî eşkere kir ku ev vedîtin xelata afrînerî û bawernameya ” Iso” ya cîhanî wergirt.

Sêrwan Ehmedî derbarê mijarê de ji ajansa Hawar re axivî.

Sêrwan Ehmedî diyar kir ku dema vîrûsa Korona belav bû wan bi Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ji sifrê ve dest bi test û tecrûbeyan kir.

Ehmedî teqez kir ku tecrûbe û lêkolîn li Rojavayê Kurdistanê pêk hatin û dikarin KÊD’ê ji tevahî dewletên cîhanê re amade bikin.

Sêrwan Ehmedî diyar kir ku tecrûbeya wan ji nava tecrûbeyên li ser tevahî astên cîhanê heta niha pêk hatine, ya herî baş e.

Sêrwan Ehmedî da zanîn ku tecrûbeya wan li nexweşxane, navendên tenduristî yên hikumetê û akademiyên Siwêdê jî hatin pêşkêşkirin û bawernameyên navdewletî yên fermî wergirtin û wiha pê de çû:

“Tecrûbeya me bawernameyên navdewletî, bawernameyên ISO 9000 ku malbata hêmanên bingehên ên cîhanê ne wergirtin, ku tê de komek ji hêmanên sîstema rêvebirina başbûn û pîvanên ISO’yê hene.”

Rayedarê peymangeha PESA ya Siwêdî li Rojhilata Navîn Sêrwan Ehmedî îşaret bi hewldanên reşkirina vê tecrûbeyê kir û got:

” Tecrûbeya me xelata afrîneriyê û bawernameya ISO’yê wergirt, axaftinên derbarê vê yekê de tên kirin bi hedefa reşkirina kedên kadroyên bijîşkî yên li Rojava ne.”

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa jî diyar kir ku wê vedîtina xwe bi rêya Peymangeha PEAS pêkêşî Rêxistina tenduristî ya cîhanê bikin.

Her wiha da zanîn ku wê ev tecrûbe du rojên din li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî bikeve piratîkê.

Back to top button