Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Cejna Newrozê pîroz kir û diyar kir ku Newroz cejna gelan e, berxwedana ji bo azadiyê ye.”
TAJÊ dest nîşan kir ku agirê berxwedanê ku bi destê Kawayê Hesinkar hatî pêxistin û bi Mazlûm Dogan, Zekiya Alkan, Rehşan Demirel, Bêrîvan û Ronahiyan hatî geşkirin û dewam kirin.
TAJÊ bîr xist ku Newroz roja serhildan û têkoşîna li dijî zilmê û bê edalatiyê ye û got:
Îro jî wê berxwedana gel li dijî Dehaqê mezin dewlata Tirk ya faşist bi serbikeve û agir geş bibe. Pêwîste gelê azadîxwaz tekoşîna xwe dewam bike.
TAJÊ’ê dawiyê diyar kir ku wê Cejna Newrozê bibe azadiya Rêber Ocalan, azadiya tevahiya jinên Êzîdî ku ketine destê çeteyan.