Ji ber Corona hikûmeta Sûrî biryara girtina hemû sazî û bazaran da

Li herêmên rejîma Sûriyê ku tê idakirin heta niha vîrûsa corona li ti kesî nehatiya tesbîtkirin, rejîmê biryara da ku ji sibe û heta demeke ne diyar hemû bazar, karên bazirganiyê, xizmetê, çalakiyên çandî û civakî û saziyên giştî werin girtin.

Di giştînameyên serokwezîran de hat diyarkirin ku tenê navendên firotina madeyên xwarin, dermanxane û navendên tenduristiyê yên taybet tên vekirin, ev giştîname ji sibe ve dikeve meriyetê û heta demeke nediyar didome.

Li aliyekî din jî di giştînameyê de hat destnîaşkirin ku divê hejmara xebatkarên li cihên ku nabe kar were seknandin, bê kêmkirin.

Di giştînameyê de xebata li avahiyên berhemdar ên cur bi cur nayê sekinandin.

Hikûmetê der barê sedema derxistina vê biryarê jî anî ziman ku armanc, pêşîgirtina belavbûna vîrûsê li Sûriyê ye.

Back to top button