Artêşa Niştimanî çeteyên Tirkiyê dikirin armanca xwe

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê çeteyên girêdayî Tirkiyê kirin armanca xwe û balafirên Tirkiyê jî sivîlên li Terablusê kir hedef.

Artêşa Lîbyayê li eniya El-Ezîziyê ya başûrê Terablusê çeteyên girêdayî dewleta Tirk in kirin hedef.

Piştî topbaranê jî çete ji cihên xwe paşde vekişiyan.

Balafirên keşfê yên Tirkiyê jî malên sivîlan li rojavayî paytexta Terablusê bombebaran kirin.

Di encamê de malên 7 sivîlan ziyan dîtin û jinek li bakur rojavayê Terablusê jî birîndar bû.

Li aliyeke din jî, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku 10 cenazeyên nû yên çeteyên ji Sûriyê gihiştin gundewarên bakurê Helebê.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, hejmara çeteyên Sûrî ku Tirkiyê wan şandine Lîbyayê û hatine kuştin bû 139 çete.

Back to top button