Herêmên li jêr dagirkeriya Tirk li Babê, çeteyan 22 sivîl girtin

Li Babê, tevî ne-aramî û ewlehiyê, çeteyan 22 kes girtin û birin cihekî nediyar.

Çeteyên Artêşa Niştimanî bi tewana gendeliyê, li Babê 22 sivîl girtin, li dijî girtina van sivîlan, çalakvanên bajêr li dijî çeteyên li wir rabûn.

Ji van, tenê navê 6 kesan hatin naskirin:

Ela Xizme.

Mihemde Xizma.

Nedîm Xizme.

Mistefa Xizme.

Memûd Osman.

û Ebd El-Reûf El-Bezi’î.

Çeteyên navborî, bi ser gundê Selefaniyê yê Babê de jî girtin û 3 ciwan êşekenc kirin û girtin.

Navên van kesan jî wiha ne:

Hesen el-Mihemed el-Cerah.

Neîm el-Cerah

û Mazin Ehmed.

Ji ber van ciwanan malên xwe radestî wan nekirin, çeteyan ew girtin.

Di gulebarana çeteyan li ser gundê Selefaniyê de jî, zarokeke 7 salî birîndar bû.

Back to top button