Ji ber vîrûsa Corona rejîma Sûrî idia dike ti rewş li welêt nehatine dîtin

Coronaya ku rêya xwe hema hema bi hemû welatên cîhanê xistiye, li gorî Tenduristiya Rejîma Sûrî, hîna ev cure vîrûs negihaye ba wan.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir ew hemû rêkarên parêzî pêk tînin û gelek navendan ji bo çavdêriyê amade dikin.

Li Îraqê jî, ji ber rêkarên sepandî, 306 kesên muxalif hatin binçavkirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê rejîma Sûrî Nîzar Yazicî teqez kir ku heya niha ti rewşên vîrûsa Corona li Sûriyê, nehatine dîtin û ew rêkarên parêzî berdewam dikin.

Li gorî wezaretê, li gel nexweşxaneya el-Zebedanî, wê hinek deverên din jî ji bo çavdêriya tenduristî werin veqetînin, taybet ji bo Sûriyên ji derveyî welat tên.

Ji ber binpêkirina qedexeyê, li Iraqê 306 kes hatin binçavkirin

Li Îraqê jî, Fermandariya Operasyonên Bexdayê ragihand wan 306 kes ji ber binpêkirina biryara qedexeya derketinê, binçav kirine.

Her wekî Fermandariyê diyar kir ku 127 piskilêt û motor hatin girtin û 4 hezar û 132 bac li Kerex û Resafayê hatin sepandin.

Desthilatên Filistînê jî, 2 rewş li Xezayê ragihand ku herdu ji Pakistanê derbasî welêt bûne.

Li Qeter û Îmaratê, perwerdeya ji dûr ve hat destpêkirin

Qeter û Îmarat jî, ji îro de, dest bi perwerdeya ji dûr ve kirin.

Ev yek jî, wê bi dîmen û li ser malperên wezaretên perwerdeyê werin parvekirin.

Duh jî li Misirê, Hêzên Ewlekariyê bi ser şahiyeke zewacê li bajarê Mistûl de girt û şahî dan rawestandin.

Li Omanê jî, îro 3 rewşên nû hatin tomarkirin û bi vê re 55 kes li giştî welat bi vîrûsê ketine.

Back to top button