LI 37 GUNDÊN AMEDÊ DERKETINA DERVE HAT QEDEXEKIRIN

Qedexeya derketina derve ji aliyê hikumeta faşîst a AKP’ê ve di van demên dawî de zêde bûye.

Vê carê jî qedexe li 37 gund û mezreyên navçeyên Amedê hat ragihandin.

Walîtiya Amedê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li 37 gund û mezrayên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê qedexeya derketina derve îlan kiriye.

Ev qedexe jî bi hinceta operasyonên leşkerî yên dagirkeriyê hatin kirin.

Walitiyê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku ji saet 06.00’ê îro û şûnde heta fermana duyemîn qedexeya derketina kolanan ragihandiye.

Leave a Reply

Back to top button