Li Îtalyaji ber vîrûsa Corona , 800 kes di 24 saetan de jiyana xwe ji dest da

Li gel hewldanên pêşgirtina belavbûna nexweşiya Coronayê û rêkarên dijwar, hîna bîlançoya qurban û nexweşan ber bi bilindbûnê ve diçe.

Heya niha, jimara giştî rewşên hatine tomarkirin 300 hezar derbas kir, her wekî 13 hezar kes jî jiyana xwe ji dest daye.

Li Îranê, jimara qurbanan hezar û 500 derbas kir û hikumeta Rûhanî dibêje ew baş ji bo Coronayê dixebitin.

Rêberê Bilind ê Îranê, Elî Xamenyî îro dîsa Amerîka bi çêkirina vîrûsê tawanbar kir û destnîşan kir ew ê qet dermanên Amerîkî qebûl nekin.

Duh Şemiyê, Tirkiyê rûniştina malê li temenmezinên ku 65 sal derbas kirine, sepand, her wiha îro jî 85 ji sedî, ji tevgera asmanî rawestand.

Îro jî Erdogan derketiye û ji gel re dibêje: “Netirsin em bi we re ne”.

Li Îtalyayê, 800 kes di nava 24 saetan de, jiyana xwe ji dest da

Li Îtalyayê, bajarê herî bandorbûyî, bîlaçoya miriyan 5 hezar derbas kir, 800 kes ji wan di nava 24 saetên dawî de jiyana xwe ji dest da.

Berpirsê Dosyaya Penaber û Biyaniyan ê Partiya Leberal a Îtalî Adil Xetab, ji ANHAyê re eşkere kir ku rêjeya miriyan li wir 10 ji sedî ye, ji lew re tê payîn hikumeta welêt, dema qedexeyê dirêjtir bike.

Ji bo vê, Koba tîmeke tenduristiyê ya awarte şand Îtalyayê û Kremlina Rûsyayê jî diyar kir, ew ê pispor û alavên tenduristiyê bişînin wir.

Li Spanya, piştî mirina hezar û 300 kesî, hikumeta welêt ragihand ew ê li hember vê yekê bisekinin û li gorî wê hîna rewşa xerabtir nehatiye.

Li Almanyayê, hikumet biniyet e planeke piştevaniya aborî bide destpêkirin ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, tiştekî wisa nehatiye kirin.

Li New Yorkê, 38 girtî bi vîrûsê ketin

38 kes di girtîgehên Amerîkayê de bi Corona ketin

Herî dawî, 38 kes di hundirê girtîgehên New Yorkê de pê ketin, tiştê hişt serokê Amerîkayê Trump vê wîlayetê weke cihê bobelatê ragihîne.

Bi tomarkirina 315 rewşî, Hindistan 14 roj qedexeya derve ragihand.

“Welatên herî qurban danîne; Îtalya, Çîn û paşê Îran e”

Li gorî danayên Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî, ji bo jimara nexweşan, Çîn di serê lîsteyê de ye, paşê Îtalya û Amerîka tê.

Welatên herî ziyan dîtine jî, piştî van hersê welatan, Spana, Almanya di pişt re Îran tê.

Welatên herî qurban danîne; Îtalya, Çîn û paşê Îran e

Zanîngeha Amerîkî her wiha diyar kir ku, welatên herî qurbanên Coronayê danîne jî, destpêkê Îtalya, Çîn û paşê Îran e.

Back to top button