Desteya Tenduristiyê, çend jimarên rewşên awarte eşkere kirin

Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê, têkildarî tedbîrên ji bo Vîrûsa Coronayê û ji bo rewşên awaret çend jimarên telefonan destnîşan kirin .

Li gorî desteyê, eger guman bi kesekî hebe yan jî xelk rastî rewşeke ne ji rêzê werin, li jimarên destnîşankirî bigerin û wan agahdar bikin.

Vîrûsa Corona
sibe testa “CID” dikeve pratîkê

Têkildarî vedîtina Rêveberiya Xweser awayê naskirina Vîrûsa Coronayê ya bi hevkariya peymangeha PEAS a Swêdî pêk hatibû jî Desteyê got, wê ji roja Duşemê ve, ew testa ku di 30 saniyî de vîrûsê dibîne, bikeve pratîkê.

Desteyê teqez kir ku heta niha ti rewş li Bakur û Rohilatê Sûrî, nehatiye tomarkirin.

Jimarên ji bo rewşên awarte:

0981137135

0998939754

0949356870

0949359179

Back to top button