Senherîb Bersum: Ramanên Ocalan, ji bo guhartineke rasteqîn û avakirina Sûriyeke demokratîk, guncaw in

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî Senherîb Bersum diyar kir ku ramanên Rêber Ebdullah Ocalan ji bo guhartineke rasteqîn û avakirina Sûriyeke nû û demokratîk, xaline sereke ne. Her wiha teqez kir ku bi yekîtiya gelan, nimûneya Rêveberiya Xweser dûrî olperestî û netewperestiyê, pêkan e.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî Senherîb Bersum der barê nêrîn û nameya dawî ya Rêber Ocalan de, ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Sernherîb da xuyakirin ku nêrînên Ocalan ên pênasekirina alozî û çareserkirina wan û hevgirtin û yekîtiya gelan, xaline pir girîng in û got:

“Bi van nêrînan, em dikarin guhertineke rasteqîn ji bo parastina xak û gel pêk bînin.

Ez dibînin, nêrînên Ocalan xaline sereke bo civakeke azad û demokratîk û avakirina Sûriyeke nû ne.”

Senherîb Bersum:Bi yekîtiya gelan,nimûneya Rêveberiya Xweser dûrî olperestî û netewperestiyê pêkan e

Bersum her wiha têkildarî çareseriyên avakar ên ku Rêber Ocalan ji bo aloziyên Sûriyê û yên Rojhilata Navîn pêşkêş kirine, diyar kir ku pergalên Rojhilata Navîn her tim nakokiyan di navbera gelan de derdixin, da ku serweriya xwe mayînde bikin.

Bersum teqez kir ku bi yekîtiya gelan, nimûneya Rêveberiya Xweser dûrî olperestî û netewperestiyê, pêkan e.

Senherîb Bersum: Çi çareserî derveyî ya Ocalan, parçebûna Sûriyê li ser bingeha olî ye

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî Senherîb Bersum di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku çi çareserî derveyî ya Rêber Ocalan were pêşkêşkirin, tê wateya parçebûna Sûriyê li ser bingeha olî û rêçolî (mezhebî).

Back to top button