Artêşa Lîbî li ser daxwaza Amerîka, şer rawestand

Ji ber metirsiya belavbûna Coronayê, Amerîka bang li aliyên şer ên Lîbyayê kir ku operasyonên xwe yên leşkerî rawestînin.

Berdeveka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus bi twittekê ragihand ku “êdî divê aliyên Lîbî, di nav de Fermandar Xelîfe Hefter şer rawestînin û destwerdana derveyî bo welatê xwe red bikin.

Morgan her wiha anî ziman ku divê desthilatên tenduristiyê jî ji bo nexweşiya Coronayê bikevin tevgerê.

Ji aliyê xwe ve, Artêşa Niştimanî kêfxweşiya xwe bi vê peyamê anî ziman û di daxuyaniyekê de ragihand ku “tevî binpêkirinên çeteyan ên dubare jî, ew ê şer rawestînin.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: Divê “NY” şer bi Wîfaq û çeteyên Tirkiyê, bide rawestandin

Lê Artêşê, berpirsyartiya vê yekê girte ser milê şandeya NY û aliyên Kongreya Berlînê ku “divê zextê li hikumeta Wîfaqê û çeteyên dewleta Tirk bikin da vî şerî rawestînin”.

Piştî vê peyamê, hikumeta Wîfaqê jî nîv-qedexeya derketinê li Terablusê ragihand.

Back to top button