Qedexeya çûn û hatina di nava bajaran de dest pê kir

Piştî biryara rêveberiyê ya qedexeya tevgera di nava bajaran de hate binpêkirin, îro biryar ket meryetê. Sibe jî wê qonaxa duyemîn a qedexeya tevgera nava bajaran jî were despêkirin.Li hember biryarên rêveberî yên ji bo selametiyê gel, beşeke civakê nerehetiya xwe tîne ziman. Şêniyan diyar kirin ku ew nikarin karên xwe bidin rawestandin.

Bi armanca nehiştina vîrûsa Corona derbasî herêmê bibe, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek bergir girtin.

Yek ji wan biryaran, qedexeya tevgera çûn û hatinê ya dinava bajaran de ye.

Her çiqasî biryar ji doh ve ketibû meryetê lê, ji ber newrozê li gelek deveran biryar hat binpêkirin.

Ji bo pêkanîna biryarê û parastina tenduristiya şêniyan, îro hêzên ewlekariyê li ser rêyan, tevgera çûn û hatinê rawestand.

Berpirsê bendên kontrolê yê bajarê Hesekê Îbrahîm Mihemed diyar kir ku biryar ji bo selametiya şêniyan hatiye girtin.

Her wiha anî ziman ku ev biryar ji bo nexweşan û erebeyên xwearinê ne derbasdare.

Berpirsê bendên kontrolê yên bajarê Hesekê Îbrahîm Mihemed bang li şêniyan kir ku xwe biparêzin û li gorî biryaran tevbigerin.

 

Şêniyan li dijî biryarê bertek nîşan dan

Lê şênî jî dibêjin ew nikarin karên xwe bidin rawestandin.

Hevserokên Meclisa Rêveberiya xweser a barku û rojhilatê sûrî jî di her fersendê de dibêj, tişta herî girîng ewlekarî û tenduristiya welatiyane.

Ji ber vê yekê jî daxwaza pêkanîna ji biryaran dikin.

Back to top button